Kanala ROJAVA TV

EGÎD ROJ.. HAFÎZEYA KÛR Û DÎROKÎ YA BERXWEDANA SERDEMÊ ŞEHÎDÊ DOZA AZADIYÊ YE

Şehîd Egîd Roj ku weke hafîzeya kûr ya berxwedana Serdemê tê naskirin, li dû xwe mîraseke bêhempa hêla.
Beriya niha gelek caran beşdarî bername û bultenên me dibû û coşa gel ya li Bendava Tişrînê radigihand, lê îro em weke hevrêyên wî bi serbilindî şehadeta wî ji we re radigihînin.
Em ê di vê raporê de jiyana nemir Egîd Roj nas bikin.

Dema ku li welatê agir û rojê zîlê şoreşê lê dide, bi hezaran keç û xort berê xwe didin govenda azadiyê û dîlanê serxwebûnê digerînin.

Yek ji wan leheng û gorîyên axa pîroz, nemir Egîd Roj e ku mîna navê xwe bû tava azadiyê û dîwarê koletiyê herifand.

Li Çîyayê Kurmênc, li axa bi bereket ku bi egîdî û mêrsaxiya xwe tê naskirin, di berbangeke roja Çileyê de, di sala 1998’an de li gundê Emara yê Mabatayê zarokekî jîr û fedekar yê bi navê Şervan Sîdo ji dehmana dêya xwe dibe.

Hîna zarokekî nûhatîye, dema ku dayîka wî dergûşê dihejîne, di ber re wî hînî çanda welatparêziyê û hezkirina ji axê dike.

Li ber dest û hestên dayîka xwe serwextî gelek rastiyan dibe û rastiya dijminê xwe jî ferq dike.

Ji ber ku di nava malbateke kurdperwer de mezin dibe, her dem lêgerînên wî yên li ser azadiyê kûr dibin.

Sal dibe 2012 û li Rojava bayê şoreşê bilind difûre, êdî Egîd jî ji bo şoreşê û şoreşgeriyê amade ye.

Bedena xwe bi çek û rextan dixemilîne û navê Egîd Roj li xwe dike. Di hemû qadan de li pêş e, pêşeng û serkêş e.

Piştre derbasî qada çapemeniya azad dibe û wekî rojnamevanekî xebatên giring bi rê ve dibe.

Sala 2018’an dema ku dijmin êrîşî warê wî Efrînê dike, bi ezmûna xwe ya kûr cenga giran dişopîne, berxwedana destaneyî ya şervanan bi belge dike û dike milkê dîrokê.

Di nava çapemeniya Kurdî de, weke bîr û hafîzeya berxwedana Serdemê tê nas kirin.

Dema ku gel koçberî Şehbayê dibe, gavekê jî bi şûn ve navêje û her tim li kêleka gelê xwe ye.

Bi sedan rapor, nûçe û dosyayan di derbarê berxwedana hemdemî de amade dike.

Bi pênûsa xwe balê dikêşe ser sekna şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê û lehengiya gundê Basilê rave dike.

Piştî dagirkirina Şehbayê derbasî qadên Tişrînê dibe. Li wir coça gel, moralên gel bi belge dike û radigihîne.

Dibe yek ji ragihînerên herî xurt yên berxwedana Bendava Tişrînê. Roja 15’ê sibatê dema ku bi kamereya xwe dîmenên gel dikêşe, rastî êrîşa dewleta Tirk tê.

Bombeyên dagirkeran Egîdê Serdemê, Egîdê ku dayî ser şopa Egîdê mezin hedef digrin û wî şehîd dixin.

Rojnamevan Egîd Roj ku bi hêviya bêhnkirina şaxên zeytûnan bû, doza xwe dewrî hevalên xwe dike.

Îro roj li Kurdistanê navê Egîd bi tîpên zêrîn bilind dibe û di dilê hemû hevrêyên wî de lê dide.