BERXWEDANA BENDAVA TIŞRÎNÊ BI VÎN Û ISRAREKE MAZIN DIDOME
HEMRÎN ELÎ - CÎGIRA HEVSEROKATIYA MECLÎSA CÎBCÎKAR A CIZÎRÊ
Cîgera Hevserokatiya Meclîsa Cîbcîkar A kantona Cizîrê Hemrîn Elî ku di êrîşa li ser nobetdarên bendavê de birîndar bibû ji Rojava tv re behsa hedefgirtina sivîlan ji aliyê tirkiyê ve kir.
Hemrîn Elî got, ew ji birînadriyê mezintirin û ti kes nikare vîna me bişkîne.
Li gel berxwedana şervanan a li bendava Tişrînê, berxedana gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî di roja 40 î de bi israr û moralekî bilin didome .
Cîgera Hevserokatiya Meclîsa Cîbcîkar A kantona Cizîrê Hemrîn Elî ku di êrîşa li ser nobetdarên bendavê de birîndar bibû ji Rojava tv re got, ew ji birînadriyê mezintirin û ti kes nikare vîna me bişkîne.
Her wiha Hemrîn Elî anî ziman ku, berxwedana li bendava tişrînê bi pêşengtiya jin û bi rihê şerê gelê şoreşgerî dimeşe.
Zêdetirî 2 mehane şervanên QSD, YPG û YPJ Berxwedaneke dîrokî û bê hampa li bendava tişrînê ku bi bandava berxwedan û şehîdan hatiye binav kirin li dijî dagirkeriya tirkiyê tê meşandin.
Şervan bi tivinga xwe, gel jî bi tilêlî û dirûşman bersiva êrîşan didin.