Kanala ROJAVA TV

LI QAMIŞLO BI MITÎNGEKE GIRSEYÎ SALVEGERA KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ HAT ŞERMEZARKIRIN

Ji bo şermezarkirina salvegera komploya 15’ê Sibatê xelkên Qamişlo, Tilhemsîs, Amûdê Û Tirbespiyê mitîngeke girseyî li pêşiya lîstikgeha 12 adarê ya bajarê Qamişlo li dar xistin.

Beşdarên mitîngê 15 sibatê şermezar kirin û gotin ev roj ji bo tevahî kesên azadîxwaz rojeke reş e.

Ji bo şermezarkirina salvegera komploya 15’ê Sibatê û Di bin dirûşmeya emê roja reş bikin roja azadiya rêber apo îro li bajarê qamişlo mîtîngeke girseyî hat li darxistin.

Mîting bi coşa hezaran kesî û bi beşdariya xelkên Qamişlo, Tilhemsîs, Amûdê Û Tirbespiyê li pêşiya lîstikgeha 12 adarê ya bajarê Qamişlo dest pê kir.

Di mitîngê de axaftin hatin kirin û banga azadiya Rêber APO hate kirin.

Beşdarên mitîngê 15 sibatê şermezar kirin û gotin ev roj ji bo tevahî kesên azadîxwaz rojeke reş e.

Her wiha beşdaran diyar kirin ku tevî 26 sal di ser komployê re derbas dibin, lê Rêber Apo bi proja xwe planên hêzên komploger vala derxistin.

Mitîng bi berzkirina dirûşmeyên Bê Serok JIyan Nabe û dilsoziya beşdaran ya bi Rêber APO re bi dawî bû.