CIWANÊN FIRATÊ JI BO KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ DEST BI MEŞA DIRÊK KIRIN
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dîjî rêber apo dest bi meşa xwe ya dirêj kirin.
Meş li pêşiya avahiya Meclisa Gel a gundê Taşlûkê yê rojhilatê bajarê Kobanê bi dirûşma “Bi rihê Ciwanên Apoyî ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî” dest pê kir.
Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û yên Yekitiya Jinên Ciwan hatin hildan û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Îmraliyê”, hatin berzkirin.
Di meşê de Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mûrad Elo komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û anî ziman ku ew ê bi hemû têkoşîna xwe azadiya fîzîkî ya Rêber Adullah Ocalan misoger bikin .
Meşa dirêj dê 2 rojan dewam bike û îro dê heta gundê Helincê bimeşin.