Kanala ROJAVA TV

BERTEKÊN LI HEMBER HEDEFGIRTINA ROJNAMEVANAN ZÊDE DIBIN

Yek ji hevrêyên şehîd Ezîz Koyluoglu rojnamevan Sînem Adalî derbarê hedefgirtina hevrêyê xwe rojnamevan şehîd Azîz de axivî.
Rojnamevan Sînem Adalî got ji ber ku rojnamevan rastiya dagirkeriya tirk eşkere dikin, lewra tên hedefgirtin.

Rojnamevan Azîz Koyluoglu di 27’ê Çileyê de li navçeya Ranya ya bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê di encama êrîşa balafirên bêmirov yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû.

Yek ji hevrêyên şehîd Ezîz Koyluoglu rojnamevan Sînem Adalî derbarê hedefgirtina hevalê xwe yê rojnamevan de axivî.

rojnamevan Sînem Adalî got rojnamevan rastiya dagirkeriya tirk aşkere dikin lewra tên hedefgirtin.

Sînem Adalî behsa hevdîtina xwe ya yekemîn bi şehîd Ezîz re kir û anî ziman ku şehîd Ezîz Koyluoglu ji wan re mamoste û heval bû.
tevî ku hedefgirtina rojnamevan, sivîl û ekîpên tenduristiyê dikeve xaneya sûcên şer de jî lê dewleta tirk a dagirker li pêş çavên cîhanê hemû pîvanên hiqûqî û navnetewî binpê dike û rasterast rojnamevanên ku rastiya dagirkeriyê aşkere dikin, dike hedef.