PYD’Ê ÇAREMÎN FORUMA DIYALOGA SÛRÎ LI REQAYÊ LI DAR XIST
Bi diruşma “Asoyên Çareseriya Sûrî û astengiyên li pêşberî wê ” îro çalakiyên Çaremîn Forûma Diyaloga Sûrî li bajarê Reqayê dest pê kir.
Di forûmê de kesayetên ji hundirê Sûriyê, ji herêmên weke Swêda, Şam, Laziqiyê, Heleb, Dera her wiha kesayetên siyasî yên ji kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bûn.
Di forumê de du xal hatin gotûbêjkirin: “Rewşa niha ya Sûriyê piştî rûxandina rêjîma Baas û nirxên bingehên ên Komara Sûriyê ya Sêyemîn”. her wiha “Çareserkirina pirsgirêka Kurd li Sûriyê, neteweya demokratîk û modela rêveberiya xweser di avakirina Sûriyeke demokratîk de” bû.
Di forumê de Hat diyarkirin ku, armanca ji lidarxistina forûmê ew e ku hemû kêşeyên li pêşiya pêşeroja Sûriyê derbas bikin û bigihêjin çareseriyeke siyasî ku xizmeta her kesî bike.