Kanala ROJAVA TV

JINÊN KANTONA REQAYÊ BANGA AZADIYA RÊBER APO KIRIN

bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan Kombûna Jinan a Zenûbiya meşek girseyî li kantona Reqayê, lidarxist.

Meş li ser asta kantona Tebeqa, Reqa û Dêra Zorê û bi tevlîbûna bi sedan jin ji cadeya El-Întîfada ya bajarê Reqa destpê kir û li qada Jinê veguherî mîtîngê.

di mîtîngê de Li ser navê Kombûna Jinan a Zenûbiya Xud El Îsa axaftin kir û bel kişand ser rola rêber Abdulah Ocalan di azadiya jinê de.

mîtîng bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Rêber Abdullah Ocalan” û “bimire Komploya Navneteweyî” bi dawî bû.