Kanala ROJAVA TV

NOBETDARÊN BENDAVA TIŞRÎNÊ LI KOBANÊ HATIN PÊŞWAZÎKIRIN

Xelkên Kantona Firatê çalakvanên ku ji Bendava Tişrînê vegeriyan, li Qada Jina Azad bi coş û heycaneke mezin, pêşwazî kirin.

Bi sedan xelkên bajarê Kobanê bi karwanekê, ji bo parastina bendavê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker berê xwe dabûn Bendava Tişrînê.
xelkên Kobanê piştî 7 rojan li bendavê man duh nobetdariya parastina bendavê dewrî xelkên bajarên Hesekê, Til Temirê, Dirbêsiyê, Til Birak û Şedadê yên kantona Cizîrê kirin.
xelkên Kobanê doh vegeraiya bajarê xwe û bi coşeke mezin li qada jina Azad hatin pêşwazî kirin.