DESTEYA ENERJIYÊ YA CIZÎRÊ STASYON Û NAVENDÊN ELEKTIRÎKÊ ÇEKSAZ DIKE
Desteya enerjiyê ya kantona cizîrê ev heyama mehekê ye, stasyon û navendên eliktirîkê çeksaz dike.
di vê çarçveyê de berpirsên saziya elektirîkê ya Qamişlo ji Rojava tv dibêjin, heta niha wan gelek navendên elektrîkê çeksazkirine û dê bi şev û roj ji bo xizmeta gelê xwe di tevgerê de bin.
ji sala 2022’an ve dewleta tirk a dagirker êrîşî binesaziya herêma bakur û rojhilatê sûriyê dike, di encama êrîşan de ziyanên mezin yên madî û canî rûdan.
ji ber êrîşan, bi dehan saziyên xizmetê hatin rûxandin û ji xizmetê derketin, her wiha gelek bajar û gund ji ber rûxandina stasyonên elektirîkê bê av û kehrebe ne.
Desteya enerjiyê ya kantona cizîrê ev heyama mehekê ye, ji bo çeksazkirina stasyon û navendên eliktirîkê di nava kar û xebatan de ye.
Hevserokê Saziya elektirîkê ya bajarê Qamişlo Fayiq Ehmed diyar kir ku heta niha wan gelek navendên elektirîkê li bajarê qamişlo çaksazkirine.
Endamê nivîsgeha teknîkî ya saziya elektirîkê ya Qamişlo, Mihemed Mehmûd got, ji bo elektrîk bighêje tevahiya gel ew bi şev û roj dixebitin.
di encama êrîşên hovane yên dagirkeirya tirk yên li dijî herêmê de, stasyonên elektirîk, gaz, petrol û gelek cihên xizmetguzariyê hatin hedefgirtin û ji xizmetê derketin.
lê rêveberiya xweser tevî êrîşên li ser herêmê û dorpêça ferizkirî bi tevahî karînên xwe hewil dide careke din tevahî saziyên xizmetê çaksazbike.