MECLÎSA GELAN DERBARÊ REWŞA XIZMETGUZARÎ Û CIVAKÎ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XIST
Meclîsa Gelan a kantona Reqa ji bo pêşxistina rewşa xizmetguzarî û civakî, civîna xwe ya asayî li dar xist.
Meclisê civîna xwe ya asayî (2) ya sala 2025’an li hola civînan a Meclîsê bi beşdariya 40 endaman li dar xist.
Di civînê de pêşniyarên ji bo destnîşankirina “Arif Nebû” wek hevserokê desteya jîngehê ya Reqayê û “Mihemed Mihyedîn” weke hevserokê Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran a kantonê hatin erêkirin.
Her wiha Nameya Rêveberiya Tenduristiyê ku xercên darayî yên lîsansên ji aliyê Rêveberiya Tenduristiyê ve tên dayîn bi piraniya dengan hate pejirandin.
Di dawiya civînê de ji bo başkirina rewşa xizmetguzarî û civakî pêşinyarên beşdaran hat girtin.