KONGRA STAR A HELEBÊ BI MEŞEKÊ KOMPLOYA NAVNETEWÎ ŞERMEZAR KIR
Kongra Star a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, bi meşekê komploya navneteweyî ya li dijî rêber apo şermezar kir.
Meş bi durişmeya “Jin, Jiyan, Azadî, Li hember hemû komployan bi ser dikeve ” hat lidarxistin.
Di meşê de Bi sedan xelkên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beşdar bûn.
Meş ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger dest pê kir û li nêzî çerxereya duyem a li taxa Eşrefiyê veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de li ser navê Koordînasyona Kongra Star û Meclîsa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê axaftin hatin kirin.
Axêveran tekezî li ser misogerkirina azadiya rêber APO ya fîzîkî kirin û bang li gel kirin bi girseyeke mezin tevlî çalakiyên roja 15’ê Sibatê bibin.