CIWANÊN HELEBÊ DERBARÊ KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ DE KOMXEBATEK LI DARXIST
Jinên ciwan ên taxên şêxmeqsûd û eşrefiyê yên Helebê derbarê salvegera 26 a komploya navnetewî ya li dijî rêber APO de, komxebatek li dar xistin.
Komxebat bi dûrişma “bi rêxistinkirina jinên ciwan em ê komplo têk bibin azadiya rêber apo misoger bikin” li eywana telit heleb a bajêr hat lidarxistin.
Bi dehan jinên ciwan, endamên sazî ,meclîs û partiyên siyasî beşdar bûn.
Di komxebatê de perispektîvên Rêber APO hatin xwendin.
Piştre axaftin hatin kirin. Axêveran bal kişandin ser rola jinên ciwan ku bi felsefeya rêber apo xwe di civakê de bi rêxistin dikin û gotin. bi têkoşîna jinên ciwan ew ê dawiyê li komployê bînin û bi Rêber APO re azad bijîn.
Di dawiya komxebatê de sînevizyonek derbarê jiyana Rêber apo hat temaşekirin .