ŞAREDARIYA GEL A BAJARÊ QAMIŞLO TAX Û KOLANÊN BAJÊR PAQIJ DIKE
Şaredariya gel a bajarê Qamişlo di nava xebatên xwe de kolan û taxên bajêr paqij dike.
Çavdêrê beşa paqijiyê ya şaredariya Qamişlo Mihemed Silêman diyar kir ku paqijiya bajêr erkek li ser milê her welatiyekî ye û divê her kes bi vê erkê rabe.
Tevî rewşa ewarte ya ku herêma herêma bakur û rojhilatê sûriyê têre derbas dibe, sazî û desteyên rêveberiya xweser ji bo misogerkirina ewlehiyê û başkirina rewşa herêmê di nava tengerê de ne.
Şaredariya gel a bajarê Qamişlo di nava xebatên xwe de kolan û taxên bajêr paqij dike.
Karmendên şaredariyê ji seat 6 ê sibehê heta12 ê êvarê karê xwe yê paqijiya bajêr didonînin.
Çavdêrê beşa paqijiyê ya şaredariya Qamişlo Mihemed Silêman got, paqijiya bajêr erkek li ser milê her welatiyekî ye û divê her kes bi vê erkê rabe.
Her wiha Karmendê Paqijiyê ya Şaredariya Qamişlo Ehmed Hisêno daxwaz kir ku welatî pabendî bi dem û cihê danîna qirêjiyê bibin.
Di wextekî de ku herêma bakur û rojhilatê sûriyê di rewşeke taybet re derbas dibe, şaredariyên herêmê bi hemû derfetên xwe xizmetê pêşkêşî welatiyan dikin û karên xwe yên cûr bi cûr dimeşînin.