Kanala ROJAVA TV

JINÊN CIZÎRÊ JI BO ŞERMEZARKIRINA KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ BI GIRSEYÎ HERIKÎN QADAN

Îro bi beşdariya bi hezaran jinên ji bajarên cuda yên kantona Cizîrê û bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê meşeke girseyî lidarxistin.
Jinan di meşê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO kirin.

Bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî, Serkeftin li hember hemû komployan” îro bi hezaran jinên kantona cizîrê
ji bo şermezarkirina komploya 15 sibatê bi girseyî herikîn qadan .

Meş bi pêşengtiya kongra star li bajarê qamişlo ji du aliyan ve dest pê kir; komek ji Çerxerêya Pîşesaziyê û koma din jî ji Çerxerêya Sîvan bi rê ket.

Girseya jinan li Stadyuma Heysem Kiço li hev kom bû û ji hêla gelek rêxistinên jinan ve peyam hatin dayîn.

Çalakvanên meşê ji Rojava Tv re gotin bi hêza jinan ew ê azadiya fîzîkî ya rêber apo misoger bikin.

Her wiha Meşvanan diyar kirin ku Rêber apo xwediyê fikirê azad e ,nabe ku di çardîwarên zindana îmraliyê de bimîne.

Bi nêzbûna 15 sibatê roja hûnandina komploya navdewletî li dijî rêber abdulahh ocelan li çar perçeyên kurdistanê çalakiyên şermezarkirinê tên li dartxistin û bangên ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Apo zêde dibin.