NOBETDARÊN LI BENDAVA TIŞRÎNÊ AMADE BÛNE BEHSA KÊLIYÊN BERXWEDANÊ DIKIN
Nobetdarên ku di Berxwedana Bendava Tişrînê de amade bûne, ji Rojava TV re behsa germahiya kêliyên berxwedanê yên ku jiyan kirine kirin.
Nobetdaran gotin: Îradeya gelê nobetdar ji dengê bombebaran û êrîşên dagirkeriyê bilindtir bû.Gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê; li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê bi giştî, Bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê bi taybet, çalakiyên xwe yên berxwedanê yên li bendavê didomîne.
Çalakiyên berxwedanê îro ketin roja xwe ya 35ˋan. Tevî serma, seqem û baranê, her wiha êrişên hewayî û bejahî yên li derdora bendavê, ciwan û temenmezin bi coşeke mezin beşdarî çalakiyan dibin.
Derbarê vê berxwedaniyê, Hevseroka Desteya Perwerdê “Semîra Hec Elî” ku di bombebarana Tirkiyê ya li dijî nobetdarên bendavê de birîndar bibû ji Rojava TV re axivî û kela berxwedanê ku li wir diqewimî vegot.
Her wiha ji nobetdarên ku şahidî ji berxwedana li Bendava Tişrîn kir, endama Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê “Botan Hoşê” tekez kir ku, gel bi baweriya serkeftinê berê xwe dide bendavê.Di oxira parastina bendava tişrînê de, heta niha 24 sivîl ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî bendavê şehîd bûne û zêdetirî 200 sivîl jî birîndar bûne.
tevî wê yekê jî her çend rojan kerwanek xwe dighîne bendavê û dewra nobetê werdigre.