Kanala ROJAVA TV

KARWANÊ ŞÊNIYÊN CIZÎRÊ BI COŞEKE MEZIN LI BENDAVA TIŞRÎNÊ HATIN PÊŞWAZÎKIRIN

Karwanê şêniyên bajarên Hesekê, Til Temirê, Dirbêsiyê, Til Birak û Şedadê, duh gihaştin Bendava Tişrînê û bi moraleke xurt ji aliyê şêniyên bajarê Kobanê ve hatin pêşwazîkirin.

Duh sibehê, karwanê şêniyên bajarên Hesekê, Til Temirê, Dirbêsiyê, Til Braik û Şedadê yên kantna Cizîrê ber bi Bendava Tirşînê ve bi rê ketibû.

Karwanê gel, beriya ku roj biçe ava gihîşt bendavê û berxwedêrên bajarê Kobanê yên li bendavê pêşwaziya wan kir.

Li wir berxwedêrên her du kantonan stran gotin û di ber jî dîlan gerandin. Her wiha dirûşmeyên bijî berxwedana QSD’ê û YPJ’ê berz kirin.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo parastina bendavê û şermezarkirina êrişan ji 8’ê Çileyê ve, kom bi kom nobeda parastina bendavê dewr digirin.