Kanala ROJAVA TV

DESTEYA HUNDIRÎN BI KAMPANYAYEKÊ DIXWAZE RÊ LI PÊŞIYA AVÊTINA FÎŞEKAN BIGRE

Desteya hundirîn ya Cizîrê bi hemahengiya li gel Hêzên Ewlekariya Hundirîn, ji bo rawestandina avêtina fîşekên bêserûber, dest bi kampanyayekê kiriye.

Hevserokê Desteya Hundirîn ya Kantona Cizîrê Şêrwan Mihemed Ji Rojava TV te re behsa naveroka kampanyayê kir û daxwaza pabendiyê ji welatiyan kir.

Ji bo ku rê li pêşiya avêtina fîşekên bêserûber were girtin, desteya hundirîn ya Cizîrê bi hemahengiya li gel Hêzên Ewlekariya Hundirîn, ev 3 roj in dest bi kampanyayekê kiriye.

Di van demên dawiyê gilî û gazindên welatiyên yên li ser avêtina fîşekan zêdetir bibûn, lewre dest bi vê kampanyayê hate kirin û heta jinavbirina vê diyardeyê dê bidome.

Rojava TV nêrînên welatiyên bajarê Qamişlo yên di derbarê avêtina fîşekan de wergirt.

Hevserokê Desteya Hundirîn ya Kantona Cizîrê Şêrwan Mihemed Ji Rojava TV te re behsa naveroka kampanyayê kir û daxwaza pabendiyê ji welatiyan kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Desteya Hundirîn ji bo ku diyardeya jinavbirina fîşekan were jinavbirin, di qonaxa niha de broşaran belav dikin û dê kampanyaya xwe bi şêwazên cuda bidomînin.