Kanala ROJAVA TV

WELATIYÊN HELEBÊ DAXWAZA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO DIKIN

Welatiyên bajarê Helebê salvegera komploya 15’ê sibatê şermezar kirin û tekezkirin ku tu carî îradeya wan nayê şikandin û heta pêkanîna azadiya Rêbertî dê têbikoşin.

Her wiha dan zanîn ku, pêwîst e her kes li Rêber Apo xwedî derkeve û û ew bi dilekî mezin li benda peyama Rêber APO ne.

Rêber Abdullah Ocalan 15’ê sibata sala 1999’an bi komployeke navnetewî dîl hat girtin û radestî dewleta Tirk hate kirin.

Ji bo şermezarkirina komployê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî di salvegera 26’an de, asta têkoşîn û berxwedanê bilindtir û mezintir dibe.

Welatiyên bajarê Helebê têkildarî komploya navneteweyî ya li dijî Rêbertî axivîn û tekez kirin ku tu carî îradeya wan nayê şikandin û heta pêkanîna azadiya Rêbertî dê têbikoşin.

Her wiha dan zanîn ku, pêwîst e her kes li Rêber Apo xwedî derkeve û ew bi dilekî mezin li benda peyama Rêber APO ne.

Salvegera komploya 15’ê Sibatê, ji hemû salên din cudatir e, ji ber ku şandeya Îmraliyê ya Dem Partiyê û rayedarên Tevgera Azadiyê piştrast dikin ku dê Rêber APO pêngaveke dîrokî ragihîne.