Kanala ROJAVA TV

MECLÎSA GELAN A REQAYÊ DERBARÊ 15’Ê SIBATÊ DE CIVÎNEK LI DARXIST

Meclîsa Gelan a Demokratîk a kantona Reqayê derbarê komploya navnetewî ya li dijî rêber Abdullah ocalan de civînek berfireh li darxist.
Civîn bi beşdariya xelkên reqa, saziyên civaka sivîl, Hêzên leşkerî, meclis ,rêxistinên jinan û meclisa cîbcîkar ya kantona Reqayê hate li darxistin.
Di civînê de komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah ocalan ku dikeve 15’ê sibatê hat şermezar kirin, her wiha hat gotin, Rêber Abdullah Ocalan bi felsefeya xwe ya azad hemû netewên cîhanê hemêz kir.
Ji lewra êdî felsefeya Rêbertî li her derê belav bûye û kompo vala derketiye.
Her di civînê de fikir û felsefeya Rêbertî ji aliyê beşdaran ve hat nîqaşkirin.