ŞAREDARIYA GEL A REQAYÊ SAETÊN DAYÎNA AMPÊRAN DIYAR KIN
Ofîsa ampêran ya şaredariya gel a kantona Reqayê seetên pêxistina ceneretorên elektrîkê yên ampêran ji welatiyên kantonê re diyar kir.
Li gorî Ofîsa ampêran wan ji bo Taxên ku torên elektirîkê nagihê wan, 8 saet ji elektirîka ampêran sazkiriye.
Her wiha ji bo taxên ku torên elektirîkê digihîje wan jî 4 saet sazkiriye.
Ofîsa ampêran ya şaredariya gel a kantona Reqayê diyar kir ku hejmara ceneretorên elektrîkê yên ku li kantonê di xizmetê de ne 275 ceneretorin û mazot bi awayekî baş ji wan re tê dayîn.