KONGRA ÎSLAMA DEMOKRATÎK REWŞA SÛRYEYEA NÛ NIRXAND
Kongra îslama demokratîk û Yekîtiya rewşenbîran a kantona cizîrê îro derbarê rewşa nû ya sûriyê û rola rewşenbîran di pêvajoyê de civînek li dar xist.
Civîn li avahiya Kongra îslama demokrstîk bi dirûşma “azadiya nêrîn û baweriyê, rola rewşenbîran di sûriyeya nû de” li dar ket.
Bi dehan endamên kongra îslama demokratîk û yekîtiya rewşenbîrên kantona cizîrê beşdar bûn.
Di civînê de çawaniya biserxistina doza şoreşa rojavayê kurdistanê, rewşa sûriyê û bakur û rojhilatê sûriyê piştî hilweşandina rêjîma baas’ê her wiha êrîşên dewleta tirk a dagirker hatin nirxandin.
Di nirxandinan de rola rewşenbîran di sûriyeya nû de hat nîqaşkirin, her wiha hat gotin, rewşenbîr dikarin roleke girîng di misogerkirina aramî, demokratîk û pirengiya li sûriyê de bilîzin.
Civîn bi nîqaş û pêşinyarên beşdaran bi dawî bû.