Kanala ROJAVA TV

58 MALBATÊN JI KAMPA ERÎŞE VEGERIYAN WARÊ XWE

58 malbatên ji Dêrazorê di çarçoveya vegera bi dilxwazî de, ji kampa Erîşe vegeriyan warê xwe.
58 malbatên ku ji 305 kesan pêk tên ji bajarê Dêrazorê vegeriyan warê xwe.
Rêveberiya kampê ji bo vegera ewle ya malbatan bi aliyên têkildar re hemahengî kir:
Li gorî Rêveberê kampa Erîşe Mihemed Beşîr, ji ber metirsiyên ewlehiyê û binpêkirinan hin malbat nikarin vegerin cihên xwe.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di 23`ê Çileya îsal de ji bo koçberên li herêmên xweseriyê yên ku dixwazin vegerin cih û warên xwe diyar kiribû ku ew amade ye alîkariyê bike.