Kanala ROJAVA TV

44 MALBATÊN IRAQÎ JI KAMPA ROJ DERKETIN

Kampa Roj 44 malbatên Iraqî ku ji 181 kesan pêk tê ber bi cih û warên wan ve bi rê kir.
Rêveberiya Kampa Roj bi hemahengiya di navbera rêveberiya xweser, hevpeymaniya navdewletî û hikûmeta Iraqê de yekem koma fermî ya penaberên Iraqî vegerand welatê wan.
Koma penaberên ji kampê derketin 44 malbatin û ji 181 kesan pêk tê.
kampa Roj ya li kantona Cizîre ji 3 beşan pêk tê: beşa Sûriyan 15 malbat, beşa Iraqiyan 73 malbat û beşa jinên DAIŞê 774 malbat ji welatên cuda yên Ewropayê ne.