LI QAMIŞLO KONÊ SERSAXIYÊ JI BO 4 ŞEHÎDÊN QSD’Ê HAT VEDAN
Li bajarê Qamişlo, konê sersaxiyê ji bo 4 şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ên ku di dîrok û cihên cuda de şehîd bûne, hat vedan.
Ji saetên sibehê ve, bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo herikîn bin konê sersaxiyê yê ku li pêşiya Goristana Şehîd Delîl Saroxan hatiye danîn û sersaxî ji malbatên 4 şehîdên QSD de re xwestin.
Di bin konê sersaxiyê de, dirûşmeyên “Şehîd Namirin” hatin berzkirin û dayikên şehîdan bi tilîliyên xwe pêşwazî li dirûşman kirin.
Di bin kon de hat destnîşankirin ku berxwedana şehîdan wê bê piştgirî nemîne û dê hemû malbat ji zarokên xwe re piştevan bin.