KESAYETÊN BI RÊBER APO RE RÛNIŞTINE BEHSA KÊLIYÊN HEVDÎTINÊ KIRIN
Rêber APO di jiyana xwe de her tim azadiya gel, azadiya jinê û pêkanîna jiyaneke wekehev aramnc kiriye û ji bo wê hizir û bîra xwe terxan kiriye.
Kesayet û mirovên ku bi Rêber APO re hevdîtin pêk anîne, vê yekê tekez dikin felsefeya Rêbertî jiyana civakan bi taybet rêya jinan ronî kir.
Kesayetên ku bi Rêber APO re hevdîtin pêk anîne dibêjin: rêber Abdullah Ocalan mîmarê azadî û aştiyê ye.
Rêber Abdullah Ocalan yek ji damezrînerên bingehîn a doza gelê kurd e û yekane kesên ku ji bo avakirina netewa demokratîk têkoşiyaye.
Rêbertî di jiyana xwe de her tim azadiya gel, azadiya jinê û pêkanîna jiyaneke wekehev aramnc kiriye û ji bo wê hizir û bîra xwe terxan kiriye.
Kesayetên ku bi Rêber APO re hevdîtin pêk anîne, vê yekê tekez dikin felsefeya Rêbertî jiyana civakan bi taybet rêya jinan ronî kir.
Ji aliyê xwe ve endamê insiyatîfa sûriyê ya ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan silêman îsa armanc û sedemên avakirina insiyatîfê vegot û banga tevlîbûna pêkhate û welatiyan kir.
15’ê Sibata 1999’an , rêber abdullah ocalan bi komployekê ji aliyê dewletên hegemonîk ve dîl hate girtin.
Hêzên kompolger daxwaz dikirin ku dengê azadiyê qir bikin û di şexê rêber APO de doza gelê kurd tune bikin, lê fikr û ramana rêbertî dîwarên zindanê derbas kir û li hemû cihanê belav bû.