Kanala ROJAVA TV

ÇALAKIYA LI BENDAVA TIŞRÎNÊ BI VÎNEKE XURT DI ROJA 34’AN DE DIDOME

Çalakiya welatiyên herêmê ya li Bendava Tişrînê bi vîneke xurt di roja 34’an de didome.

Nobetdarên Bendava Tişrînê piştrast kirin ku, Bendav ya wan e û ew ê ti carî rê nedin dagirkeriyê ku Bendava Tişrînê dagir bike.

Li qeraxên çemê Firatê, li Bendava Tişrînê welatiyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev 34 roj in ji bo parastina ax û ava xwe di nobetê de ne.

Ji 8’ê meha derbasbûyî ve welatiyên herêmê ref bi ref berê xwe didin Bendavê. Tevî ku Tirkiyê bi berdewamî êrîş dike, lê dîsa jî welatî bi israr diherikin bendavê û dîlana azadiyê digerînin.

Nobetdarên Bendava Tişrînê gotin, ew hatine da ku av û rûmeta xwe biparêzin.

Her wiha nobetdaran piştrast kirin ku, Bendava ya wan e û ew ê ti carî rê nedin dagirkeriyê ku Bendava Tişrînê dagir bike.

Ji ber hedefgirtina nobetdarên Bendava Tişrînê ji aliyê dewleta Tirk ve, ta niha 24 kes şehîd û zêdetirî 200 kesî jî birîndar bûne. Rêxistinên navdewletî di raporên xwe de nîşan dabûn ku Tirkiyê tawanên şer dike.