Kanala ROJAVA TV

RÊVEBERÊN JIN BANGA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO DIKIN

Endamên koordînasyona Kongra Star yên bajarê Qamişlo Bi boneya nêzhatina salvegera 26’an a Komploya 15’ê sibatê axivîn û gotin, bi saya fikrê rêbertî îroj jinên bakur û rojhilatê sûriyê di hemû qadên jiyanê de cih girtine.

15’ê Sibata 1999’an hêzên komploger bi armanca tunekirina nasnameya kurdan û ji holêrakirina doza wan, bi komployeke Navneteweyî Rêber Abdullah Ocalan dîl girtin û radestî dewleta Tirk a faşîst kirin.

Ji wê demê ve û heta niha Rêber APO di bin tecrîdeke girankirî de tê ragirtin.

Endamên koordînasyona Kongra Star yên bajarê Qamişlo bêhiqûqiya ku li dijî Rêbertî tê kirin şermezar kir û gotin, ew ê azadiya rêberê xwe misoger bikin.

Her wiha dan zanîn ku, bi saya fikrê rêbertî îroj jinên bakur û rojhilatê sûriyê di hemû qadên jiyanê de cih girtine.

Ji dema komployê ve û heta niha Rêber APO li greva Îmraliyê rastî bêhiqûhiyekê tê û di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin, lê Li hember tecrîdê û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO, gelê kurd û dostên wan di nava çalakiyan de ne û daxwaza azadiya Rêber APO dikin.