Kanala ROJAVA TV

WELATIYÊN HELEBÊ: CIHÊ TIRKIYÊ Û ÇETEYÊN WÊ LI SER AXA ME NEMAYE

Welatiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê girtin û revandina welatiyên Efrînî şermezar kirin û gotin, di demekê de ku Sûriyê di rewşeke nû re derbas dibe, divê dagirkerî û kiryarên hovane werin bidawîkirin.

Her wiha bang li rêxistinên navdewletî kirin ku demildest destwerdanê bike û tawanên Tirkiyê rawestîne.