MECLÎSA JIN A PYD’Ê BI ÇALAKIYEKÊ KOMPLOYA LI DIJÎ RÊBER APO ŞERMEZAR KIR
Meclîsa jin a partiya yekîtiya demoqratîk PYD a bajarê Helebê îro ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdulah Ocalan çalakiyek li darxist.
Çalakî bi beşdariya Endam û rêvenberên meclîsên taxên şêxmeqsûd û eşrefiyê, saziyên civakî, saziyên jinan, komîngehên taxê û şêniyên taxê hat lidar xistin.
Di çalakiyê de piştî deqeyek rêzgirtin axavtin hatin kirin, axêveran komploya navnetewî ya li dijî rêber Abdulah Ocalan şermezar kirin û behsa fikir û felsefeya rêbertî ya ku ji bo tevahî gelan bû rêya rizgariyê kirin.
Piştre dengê Rêber Abdullah Ocelan hat guhdarkirin.
Çalakî bi siloganên bê serok jiyan nabe û bijî serok Apo bi dawî bû.