LI HELEBÊ ARMANCÊN KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ BI CIVÎNEKÊ HATIN NÎQAŞKIRIN
Meclisên giştî yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ji bo nîqaşkirina armancên komploya 15’ê Sibatê civînek li dar xistin.
Bi sedan şêniyên her du taxan, endamên komîn, meclis û nûnerên saziyan beşdarî civînê bûn.
Di civînê de sedem û armancên komploya navneteweyî yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatin nîqaşkirin.
Her wiha hate gotin, divê di 15’ê sibata îsal de her kes bi girseyî tevlî çalakiyan bibe û destê Rêber APO xurttir bikin.