INSIYATÎFA GEL A QAMIŞLO KOMPLOYA NAVDEWLETÎ NÎQAŞ KIR
Insiyatîfa Gel a bajarê Qamişlo îro derbarê salvegera komploya navdewletî û bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO civînek lidarxist.
civîna Insiyatîfa Gel li hola Melekiyê ya bajarê Qamişlo li dar ket.
Endamên insiyatîfê, saziyên civaka sivîl, kongra star, PYD , rêveber û endamên komîte, ofîs û beşên girêdayî şaredariyê amade bûn.
Di civînê de armanca komploya navdewletî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan her wiha têkoşîna gelan a ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya rêber APO hatin nirxandin.
Hat diyarkirin ku, desthilatan bi komployê xwastin vîna kurdan bişkînin û wan bê nasname bihêlin, Rêber APO bi berxwedana xwe ya li Îmraliyê bersiv da planên wan desthilatan.
Her wiha hat gotin, ji bo çareserkirina aloziyên li rojhilatan navîn pêwîstî bi azadiya Rêber APO heye.
Paşê beşdaran nêrînên xwe vegotin û dirûşmên “Bê Serok JIyan nabe” berz kirin.