Kanala ROJAVA TV

DESTEYA PERWERDEYÊ Û JINÊN ZENÛBYA LI REQAYÊ KOMXEBATEK LI DAR XISTIN

Desteya Perwerde û fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser bi hemahengiya Kombûna Jinan a Zenûbya, ji bo belavkirina çanda pirrengiyê di materyalên xwendinê de komxebatek li dar xistin.
Komxebat bi beşdariya her du aliyan û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û rêxistinên jinan li Reqayê hate lidarxistin.
Di komxebatê de her du mijarên rêbazên civakî û dîroka kevnare ya jinan hatin nîqaşkirin.
Li gorî rêveberên komxebatê armanca wan ew e ku, çanda pirrengiyê were xurtkirin û bi taybetî di nava materyalên proseya xwendinê de geştir bibin.
Beşdaran jî nêrînên xwe bi parve kirin û tekezî li ser xurtkirina hîmên bihevrejiyanê kirin.
Komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû û ji xalên wê yên giring, ku pergala demokratîk û ekolojîk ji bo komara Sûriya Demokratîk were esasgirtin.