Kanala ROJAVA TV

JINÊN HERÊMÊ PAŞGUHKIRINA MAFÊN JINAN DI SÛRIYA NÛ DE ŞERMEZAR DIKIN

Xebatkarên jin ên di saziyên Rêveberiya Xweser de, encamên qaşo “Kongreya Serkeftinê” û paşguhkirina mafê jinan di sûriyeya nû de, şermezar kirin.
Jinan gotin: Dem û zemanê ku jin tê de kole dihat dîtin çû û derbas bû, îro jin azad û xwedî maf in.

Bi rûxandina rejîma berê ya Sûriyê re, çavê hemûyan li bendê bû ka wê hikûmeta nû ji bo gelê ku demeke dirêj êş kişandiye, çi bike?

Lê encamên civînên desthilata Şamê, nekarî pêdiviyên raya giştî pêk bîne, bi taybet jin ên ku mafên wan bi tevahî ji holê rabûn.

Têkildarî paşguhkirina rola jinan, Jinên saziyên Rêveberiya Xweser ji Rojava TV re diyar kirin ku jinan di 13 salên şoreşê de, roleke mezin di qadên siyasî, aborî, leşkerî û hwd de lîstin û divê neyê paşguhkirin.

Ji aliyê xwe ve endama Hêzên Parastina Civakî Hacer Mihemed diyar kir ku jin wê ticarî desthilatdariyeke ku binpêkirinên dijwar pêk tîne û rola jinan biçûk dixe, qebûl nekin.

Geşbîniyek hebû ku li şûn rejîma rûxandî pergaleke ku behsa demokrasî û wekheviyê bike saz bibe, lê belê piştî ku Heyet Tehrîr El-Şam li Şamê desthilatdarî girt û qaşo “Kongreya Serkeftinê” li dar xist, hat dîtin ku jin bi giştî tên paşguhkirin û rola wan di nava civakê de ji holê tê rakirin.