Kanala ROJAVA TV

PÊŞENGÊN ŞOREŞA ROJAVA DIBIN HEDEFA ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER

Derbarê hedefgirtina jinên pêşeng ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve, jinên herêmê anîn ziman ku, jinên ku bêhna azadiyê kiribin dê serî li hember top û balafirên tirkiyê netewînin.
Her wiha jinan soz dan ku , ew ê doza azadiya jinan bi ser bixin.

jinên rojavayê kurdistanê bi têkoşîn û berxwedana xwe serî li hember zilm, zordestî, tundî û êrîşên tunekirinê hildan.

Lê dewleta tirk a dagirker bi armanca hedefgirtina defkeftiyên jinên rojava, bi balafirên bê mirov pêşengên şoreş û civakê dike hedef.

Derbarê hedefgirtina jinên pêşeng de, Endama Hpc-Jin Wedha Wanikî got, jinên ku bêhna azadiyê kiribin dê serî li hember top û balafirên tirkiyê netewînin.

Rêvebera Kongra Star a Qamişlo Xebat Beşîr jî diyar kir ku, ew ê bi serxistina doza azadiya jinan armanca rêhevalên xwe yên şehîd pêk bînin.

Herî dawî di 27’ê Çileyê de dewleta Tirk a dagirker li Silêmaniya Başûrê Kurdistanê bi balafirên bê mirov endama Koordînasyona Kongra Star Hêva Erebo (Salîha Viyan) û endamê Partiya Yekitiya Demokratîk Dîlawer Erebo (Hogir Dirbêsiyê) hedef girt.