KOMEKE NÛ YA PENABERÊN IRAQÎ JI KAMPA HOLÊ DERKETIN
Rêveberiya kampa Holê ya li kantona Cizîrê komeke nû ya penaberên Îraqî ku ji 155 malbatan pêk tê ber bi welatê wan ve şandin.
Di çarçoveya xebatên hevbeş a di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Komîteya koçberî û Koçberan a Parlamentoya Iraqê de, îro komek nû ya penaberên Iraqî yên li kampa Holê diman, ber bi Iraqê ve hatin birêkirin.
Koma nû ya ji kampê derket dibe koma çaremîn ku ji destpêka sale ve ji kampê derdikevin.
Ji sala 2022 ve heta niha, penaberên Iraqî yên li Kampa Holê 21 caran kom bi kom ji kampê ber bi welatê xwe ve yên şandin.