GEL Û ŞÊNIYÊN HERÊMÊ BI HÊVIYA CEZAKIRINA DEWLETA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ NE
Di 5 û 6’ê Sibatê de, li Dadgeha Gelan a Domdar, dozek li dijî dewleta Tirk a dagirker, ji bo sûcên ku li bakur û rojhilatê sûriyê pêk anîne, hat vekirin.
Gel û şêniyên herêmê, hêvî dikin biryarên dadegê bibe destpêka cezakirina dewleta tirk a dagirker û bilindkirina dengê rastiyê.
Li paytexta Belçîka Brukselê, “Dadgeha Gelan a Domdar” ji bo darizandina dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê ser sûcên ku li dijî gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, hat vekirin.
Di dadgehê de, hejmarek ji parêzvanên mafên mirovan ên ku sûcên navdewletî dişopînin, parêzer û rojnamevanan beşdar bûn û gelek sûcên bi belge bi hev re nirxandin.
Têkildarî vê mijarê, Kamîreya Rojava TV li gel Zubêr Mihemed yê ku gilî li dijî dewleta Tirk ji civaka navnetwî re rakiriye, hevpeyvînek pêk anî û armanca wî ji vê giliyê wergirt.
Parêzer û endama Navenda Lêkolîn û parastina Mafên Jinan a Sûriyê Aynûr Zêd Paşa jî ku yek ji aliyên banga vekirina lêpirsînê kiribû, diyar kir ku di rûniştinan de, dewleta Tirk wek dewletek sûcdar û êrîşkar hat pênaskirin.
Rûniştina dadgehê li ser banga Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Sûriyê, parêzerên ku sûcên dewleta Tirk dişopînin li kêlek 9 rêxistinên Rojava, li dijî rayedarên dewleta Tirk a dagirker hat lidarxistin.
Biryare ku encamên rûniştinan ji dadgehên navdewletî re bên şandin.