LI HELEBÊ PANELEK LI SER NASNAMEYA NIŞTÎMANÎ Y SÛRIYÊ HAT DAYÎN
Malbenda Heleb a Rewşenbîrî panelek bi navê “Aloziya nasnameya niştîmanî ya giştîn û veguherîna demokratîk li Sûriyê ” li taxa Şêxmeqsûd Şerqî ya bajarê Helebê li dar xist.
Di panelê de, endamên Malbenda Heleb a rewşenbîrî, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV_DEM), Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), rusipiyên taxê, partiyê siyasî û Rewşenbîrên bajarê Helebê beşdar bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtin panel ji aliyê rêveberiya Malbenda Heleb a rewşenbîrî Ehmed Bîrhat ve hat birêvebirin.
beşdaran nêrînên xwe bi hevdu re parve kirin û derbarê nasnameya niştîmanî ya sûriyê de gotûbêj kirin.