Kanala ROJAVA TV

PYD’Ê DERBASBÛN Û VEKŞÎNA HTŞ’Ê JI EFRÎNÊ ŞERMEZAR KIR

Partiya yekîtiya demokratîk PYD’ê a bajarê Helebê bi daxuyaniyekê derbasbûn û vekşîna Heyet Tehrîr Elşam ya ji Efrîna dagirkirî şermezar kir.
Di daxuyaniyê de PYD diyar kir ku, beriya du rojan Heyet Tehrîr El şam bi sînaryoyekê derbasî efrîna dagirkirî bûn û jê derketin piştî vekişîna wê çeteyên dewleta tirk a dagirker dest bi girtina welatiyên efrînî kirin.
PYD’ê got Heyet Tehrîr El şam tu tedbîrên pêwist ji bo parastina welatiyên efrînî negirtin, ev jî bû sedema nûkirina binpêkirinan li Efrînê.
Partiya yekîtiya demokrat PYD a bajarê Helebê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku, divê desthilata şamê bi berpisyarên van sûcan rabin û helwesteke zelal li hember binpêkirinên li efrînê bide.