LI HESEKÊ DERBARÊ RONÎKIRINA REWŞA SIYASÎ YA SÛRIYÊ FORUMEK HAT LIDARXISTIN
EVÎN YÛSIF - ÇALAKVAN
Rêxistinên civaka sivîl, ji bo ronîkirina rewşa siyasî ya welat û tiştên ku ji bo beşdarbûna di proseya siyasî de pêwîst in, forumeke diyalogê li Hesekê li dar xist.
Di forumê de endamên Rêxistinên Civaka Sivîl, çalakvanên siyasî û gelek kesên bi xebatên rêxistinî û siyasî re eleqedar in, amade bûn.
Forum bi axaftina Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed hate vekirin.
Îlham Ehmed behsa serdana xwe ya dawî û nêrînên welatên Ewropayê yên li ser Rêveberiya Xweser kir.
Her weha Îlham Ehmed behsa rewşa siyasî ya Sûriye ku di qonaxa veguhestinê de jiyan dike kir.
Di fûrumê de beşdaran tekezî li ser pêwîstiya nûnertiya hemû gel û pêkhateyên civakî di Sûriyeya nû de kirin û ji bo beşdarbûna jinan di proseya destûrî de bangek lezgîn hat kirin.