LI QAMIŞLO JI BO 2 ŞEHÎDÊN AZADIYÊ MERASÎMEK HATE LIDARXISTIN
Bi sedan xelkên bajarê Qamişlo û koçberên Efrînî bi merasîmeke girseyî cenazeyê şehîd Welat Êrîş oxir kirin û ji bo şehîd Mihemed Cimo jî merasîmeke xiyabî li dar xistin.
Merasîm bi beşdariya bi sedan xelkên bajarê qamişlo, koçberên efrînî, endamên saziyên civaka sivîl, kongra îslama demokratîk û meclisa malbatên şehîdan hate lidarxistin.
Di merasîmê de axaftin li ser navên meclisa malbatên şehîdan, hêzên leşkerî û kongra îslama demokratîk hate kirin.
Axêveran êrîşên dewleta tirk a dagirker şermezar kirin û soza şopandina xeta şehîdan nû kirin.
Piştre wesîqeya şehadetê ya her du şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.
Girseya gel bi berzkirina dirûşmeyên şehîd namirin cenazeyên şehîd Welat Êrîş spartin axê.