MALBATÊN GIRTIYÊN LI CEM ÇETEYÊN EHRAR EL-ŞERQIYÊ DAXWAZA BERDANA ZAROKÊ XWE DIKIN
Roja 12ê Cotmeha 2019an çeteyên Ehrar El-Şerqiyê bi serweriya serçete Ebû Hatim Şeqra yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker rêbenda Terwaziyê ya li ser rêya M4 kontrol kiribûn gelek kesên sivîl ên di wê rêyê re derbas dibûn bê sûc didan şehîdkirin û girtin.
ji kesên ku di nava destên çeteyên Ehrar El-Şerqiyê de ne,
Azad Osman ku bavê 3 zarokan û Mihemed Ela Ibrahîm ku kurê malbatê yê bitenê ye.
Malbatên her du girtiyan ji Rojava TV re axivîn û ji aliyên têkildar daxeaz kirin ku di mijara azadkirina zarokên wan de bi wan re bibin alîkar .
Bavê Azad ê girtî Ebdelkerîm Reşîd Osman behsa girtina kurê xwe kir û bang li rêxistinên mirovî dike da ku rê li ber kiryarên çeteyan were girtin.
Her wiha dayika Mihemed Elae Ibrahîm jî anî ziman ku ev 6 salin çarenûsa kurê wê ne diyar e .
li gorî malbatên girtiyan zarokên wan di girtîgeha Silok a li Girê Spî yê dagirkeriyî de têne ragitin û her ku malbat hewil didin hevdîtinê bi zarokê xwe re pêk bînin an jî bi telefonê bi wan re bi axivin çeteyên Ehrar El-Şerqiyê derfetê nadin.