LI BAJARÊ QAMIŞLO DEST BI PÊNGAVEKE PAQIJIYÊ HATE KIRIN
Rêxistina Greenness bi armanca belavkirina çanda paqijiyê, li bajarê Qamişlo dest bi pêngaveke paqijiyê kir.
Pêngava paqijiyê ji pêşiya dergehê balafirxaneya navdewletî ya bajarê Qamişlo dest pê kir û kolanên sereke hatin paqijkirin.
Li gorî berpirsên pêngavê armanca wan ew e ku jîngeheke paqij were avakirin û çanda paqijiyê were belavkirin.
Beriya niha jî Rêxistina Greenness li bajarê Qamişlo dest bi pêngaveke paqijiyê kiribû.