LI QAMIŞLO DERBARÊ GIRINGIYA YEKRÊZIYA NAVMALA KURDÎ DE DÎDAREK HAT LIDARXISTIN
Hejmarek çalakvanên Kurdên Rojava, ji bo nîqaşkirina yekrêziya navmala Kurdî li bajarê Qamişlo dîdarek li dar xistin.
Dîdar di bin dirûşmeya berjewendiya giştî me kom dike û bi beşdariya çalakvanên kurd û nûnerên partiyên siyasî hate lidarxistin.
Di dîdarê de giringiya yekrêziya navmala Kurdî û çawaniya avakirina şandeke yekgirtî bo çûna Şamê, hatin nîqaşkirin.
Her wiha hate gotin, divê mafê Kurdan di destûra nû de were parastin û bi ti awayî neyê paşguhkirin.
Di dawiyê de deriyê nîqaşê li pêşiya beşdaran hate vekirin û her kesî nerînên xwe bi parve kirin.