EBDULWEHAB XELÎL: DÊ TEVAHÎ ALIYÊN KURDÎ CIHÊ XWE DI NAVA KONGREYÊ DE BIGRIN
Endamê komîteya amadekar a lidarxistina Kongireya Niştîmanî Kurdî li Rojavayê Kurdistanê Ebdulwehab Xelîl derbarê lidarxistina Kongireya Niştîmanî Kurdî û derengmayîna wê, ji bernameya Dûrbîn ya ku li ser Ekrana ROJAVA TV tê weşandin re nirxandin kir..
Ebdulwehab Xelîl da xuyakirin ku tevahî aliyên kurdî yên li Sûriyê cihê xwe di nava kongir de bigirin û dê lêvegerek siyasî Kurdî were avakirin, da ku mafê Kurdan di Sûriya nû de parastî be..