BERXWEDANA LI BENDAVA TIŞRÎNÊ JI BO TEVAHÎ GELAN BÛYE ÎLHAMA AZADIYÊ
Şêniyên bajarê Dêrîkê piştevaniya berxwedana li Bendava Tişrînê kirin û gotin, heya dilopek xwîn di laşê wan de hebe, ew li pişta şervanên xwe ne.
Her wiha şêniyan diyar kirin ku, ti karê dewleta tirk a dagirker li herêmê tune ye û divê dawî li dagirkeriyê were anîn. Ev du meh in êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li dijî Bendava Tişrînê, Pira Qereqozaq û gundewarên bajarê kobanê nehatine rawestandin.
Li hember êrîşan li aliyekî şervan li ber xwe didin û li aliyê din jî Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo parastina nirx û rûmeta xwe ref bi ref berê xwe didin Bendava Tişrînê û bobetê digrin.
Derbarê mijarê de Şêniyên bajarê Dêrîkê axivîn û gotin, heya dilopek xwîn di laşê wan de hebe, ew li pişta şervanên xwe ne
Her wiha şêniyan diyar kirin ku, ti karê dewleta tirk a dagirker li herêmê tune ye û divê dawî li dagirkeriyê were anîn.
ŞÊNIYÊN BAJARÊ DÊRIKÊ: DIVÊ DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK WERE BIDAWÎKIRIN
Li Bendava Tişrînê gel û şervan berxwedaneke dîrokî û ne ji rêzê dimeşînin. Şervanên QSD’ê hemû êrîşên çeteyan têk dibin û balafirên wan ên bê mirov jî bi yeknîka destê xwe, yek bi yek tînin xwarê.