Kanala ROJAVA TV

KOMÎTEYA ABORÎ YA MECLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN SÎSTEMA ABORIYA CIVAKÎ BI PÊŞ DIXE

Komîteya Aborî ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo, bi hevrêziya hin xwedîkerên pez ên li gundê Girbawî, projeyek xwedîkirina sewalan vekir.

Lê xwedîkerên pez texmîn dikin ku, ji ber kêmbarîna baranê, îsal metirsiyek mezin li sewalan heye.

Komîteya Aborîyê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo; hewl dide sîstema aboriya civakî bi cih bîne û sûdê li hin malbetan bike.

Li ser vê yekê komîteyê, bi hevrêziya hin xwedîkerên pez ên li gundê Girbawî, projeyek xwedîkirina sewalan ji bo Meclîsa Malbatên Şehîdan vekir.

Ji bo ronîkirina armanc û naveroka vê projeyê, çavdêrê projiyê Ebdulbasit Xelîl çend hûrgiliyên girîng ji Rojava TV re eşkere kirin.

Ji aliyê xwe ve xwedîkerekî din yê pez yê bi navê Silêman Xalid Xelef jî diyar kir ku kêmbarîna baranê û zêdebûna zûhayê, bûye sedema lawazbûna berhemdariyê û heta asteke mezin jî dibe sedema mirina wan.

Sewaldarî li kantona Cizîrê yek ji projeyên herî giring e ji bo beşekî mezin ji xelkê, lê kêmbûna baranê di vê salê de bûye sedema zuwabûna mêrg û deverên şîn, lewma metirsiyek mezin li ser berhemanîna goşt û şîr heye.