DADGEHA GEL A BRUKSELÊ BI 5 BIRYARÊN DESTPÊKÊ BIDAWÎ BÛ
li ser daxwaza 9 rêxistinên li Rojava di rojên 5 û 6’ê sibatê de, li paytexta Belcîka Brûkselê Dadgeha Gel ji bo dosyaya sûcên dewleta Tirk a dagirker û komên girêdayî wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate lidarxistin.
dadgeha li Brûkselê bi 5 biryarên destpêkî bidawî bû yek ji wan biryaran jî ku Divê civaka navneteweyî MSD’ê weke hikûmeteke demokratîk qebûl bike û Tirkiye êrîşên xwe rawestîne.
Li paytexta Belcîka Brûkselê Dadgeha Gel ji bo dosyaya sûcên dewleta Tirk a dagirker û komên girêdayî wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser daxwaza 9 rêxistinên li Rojava di rojên 5 û 6’ê sibatê hate lidarxistin.
ji dosyayên giring yên ku di Dadgehê hatin nîqaşkirin, sûcên dagirkeriya tirk li dijî gelê herêmê, dosyaya siyastmedara Kurd Hevrîn Xelef, dagirkirina Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî, hedefgirtina nexweşxaneyan li Kobanî û çapxaneya Sîmav û gelek dosyên din bûn..
Piştî rûniştina du rojan dadgehê ragihand ku ew ê biryarê di cih de nedin, lê wê biryarên destpêkê ragihînin.
di daxuyaniya dadgehê de hin xal hatin vegotin ji wan xalan:
hate gotin: Şahidên ku me guhdariya wan kirin, cezayên sîstematîk û domdar ên li ser gel eşkere kirin. Sûcên wan çi ne? Kurdbûn tê wateya avakirina civakek li ser esasên wekhevî, edalet û hevgirtinê. Armanca vî cezayî, jiholêrakirina nasname, hebûn û çanda Kurdî ye.
Her wiha hate tekez kirin ku Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser xaka Sûriyeyê bêyî destûra Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî li gorî hiqûqa navneteweyî sûc e û ev sûc di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer de ne û armanca qirkirinê nîşan dide.
Derbarê idiayên tirkiyê jî hate diyar kirin ku, Tirkiye îdia dike ku operasyonên wan bi armanca “Xwe ji terorîstên li Rojava diparêzin” tên kirin. Lê ev îdîa bêbingeh e.
Rêveberiya Xweser ku sala 2014’an hat avakirin, modelek li ser esasên demokrasiya rasterast, edalet, hevgirtina etnîkî, wekheviya zayendî û rêgezên aştiyê ye.
Tirkiye hewl dide rêveberiya xweser tine bike. Her wiha hate gotin ku piraniya komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan, girêdayî DAÎŞ’ê ne.
Derbarê rewşa li sûriyê hate tekez kirin ku Ji bo pêşeroja gelê Kurd girîng e ku rêveberiya nû ya Sûriyeyê, MSD’ê weke rêveberiyeke xweser qebûl bike û rêz li hebûn, çand û xweseriya gelê Kurd bigire.
Derbarê erkê civaka navnetewî de hate diyar kirin ku Divê civaka navneteweyî MSD’ê weke hikûmeteke demokratîk qebûl bike û Tirkiye êrîşên xwe yên rasterast û nerasterast rawestîne. Ger ev neyê kirin, diyar e ku li Rojava pêşî li qirkirinê neyê girtin.