Kanala ROJAVA TV

LI BAJARÊ REQAYÊ PÊLEKE BARAN BARÎNÊ DEST PÊ KIR

Li kantona Reqayê vê sibehê pêleke baran barînê dest pê kir û li gel wê yekê dilê cotkaran jî xweş bû.

Ev demeke çavê welatiyan û bi taybetî cotkarên herêmê li benda barîna baranê ye.

Îro xelkên kantona Reqayê û çend bajarên din ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê çavê xwe li ser barîna baranê vekirin.

Vê pêla baranbarînê dilê welatiyan û cotkaran xweş kiriye. Her wiha sîmayên rûkenî û dilxweşiyê jî belav kiriye.

Dahata sereke ya welatiyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser çandiniyê ye û ev herêm weke sepeta xurakê ya Sûriyê tê naskirin.