Kanala ROJAVA TV

DOZA SÛCÊN DAGIRKERIYA TIRK LI DADGEHA BELCÎKAYÊ DI ROJA DUYEM DE DIDOME

Dadgeha Gelan a Rojava ku ji bo darizandina sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate destpêkirin, li paytexta Belçîka Brukselê di roja duyemîn de didome.

ji dosyayên giring yên ku Dadgeha Gel ya Belçîka di nava rûniştandinên xwe de nîqaş dike, sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî gelê Kurd û pêkhateyên din in.

Her wiha delîlên ku pêşkêşî dadgehê hatine kirin û daxuyaniyên hatin dayin de, binpêkirinên mafên mirovan ên dewleta Tirk ên yekser û neyekser ên bi destê komên xwe hatin nîşandan.

Her di dadgehê de Sirgûnkirina Kurdan ji Efrînê, guhertina demografiya herêmê, bombekirina sivîlên li ber bendavê û tinekirina binesaziyê li dadgehê bi berfirehî têne nirxandin.