Kanala ROJAVA TV

RÊXISTINA SARA BI DAXUYANIYEKÊ KIRYARÊN LI DIJÎ JINAN ŞERMEZAR KIR

Rêxistina sara ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ya Bajarê Helebê bi daxuyaniyekê kuştin û girtina jinan ji aliyê çeteyên dewleta tirk a dagirker ve şermezar kir.

Rêxistinê di daxuyaniya xwe de got, kuştin û girtina jinan kiryarên herî serdest yên li herêmên dagirkirî ne.

Rêxistina Sara diyar kir ku hedefgirtina dewleta Tirk ji jinan re, nîşaneya tirsa wê ya ji hêza jinên Kurd e û girêdana dewleta Tirk a bi zîhniyeta zilamperest ku ji jinên serhildêr ditirse, îfade dike.

Her wiha destnîşan kir ku hedefgirtina jinan zehmetiyan li ser civakê çêdike û dê bandorên gelek neyînî bi xwe re bîne.

Rêxistina sara ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan di dawiyê de bang li civata navdewletî kir ku parastina mafê jinan bikin û hesab ji dagirkeran bipirsin.